Mesrûr Barzanî êrîsa ser Trump bi tundî sermezar kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, êrîşa çekdara ya dema mîtinga Pensilvanyayê bi ser Donald Trump de bi tundî şermezar kir.
Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de hewla kuştina Donald Trump şermezar kir û got: “Ez êrîşa li ser Serok Donald Trump bi tundî şermezar dikim û ji wî re başbûna zû dixwazim.”
Mesrûr Barzanî diyar kir: “Ez hevxem im ligel qurbaniyên vê êrîşa terorîstî û piştevaniya xwe bi Wîlayetên Yekgirtî ya Amerîkayê re nîşan didim.”
I condemn the attack on President Donald J Trump in the strongest terms and wish him a speedy recovery. My thoughts are with all the victims of this senseless act of terrorism.
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) July 14, 2024
We stand in solidarity with the United States.
Hêjayî gotinê ye, namzedê serokatiya Amerîkayê Donald Trump, di mîtinga xwe ya li Pensilvanyayê de rastî êrîşa çekdarî hat û ji guhê xwe birîndar bû. FBIyê ragihandiye ku di êrîşê de kesek hatiye kuştin û rewşa du birîndaran jî nebaş e.
Piştî êrîşê Serokê Amerîkayê Joe Biden, êrîş şermezar kir û got: “Spasiya hêzên ewlehiyê dikim ku wan Trump bi selametî ji cihê bûyerê dûr xistiye. Cihê vê cûre êrîşî bi ti awayî li Amerîkayê nîne. Divê em wekî netewe hemû vê bûyerê şermezar bikin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin