Li dijî Baregeha Amerîka ya nêzî Hewlêrê êrîsa dronê...

18 October 2023 17:52 0 dîtin
Li dijî Baregeha Amerîka ya nêzî Hewlêrê êrîsa dronê...

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 18ê Cotmehê bi balafira bêmirov a bi çek êrîşek li dijî baregeha Amerîka ya nêzî Hewlêrê hate kirin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmê dan PeyamaKurdê, êrîşeke bi dronê li dijî baregeha Amerîka ya leşkerî ku li devera Herîre dimîne hatiye encamdan. Ji aliyê Amerîka ve hîn daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

Herwiha Dijeterora Kurdistanê jî ragihandiye ku îro Çarşemê, li demjimêr 12:18ê, droneke bombekirî li çola nêzîkî gundê Batasê ya li navçeya Herîr a parêzgeha Hewlêrê ketiye xwar û ti ziyan çênekiriye.

Li aliyê din koma bi navê Eniya Berxwedana Îslamî ya Iraqê berpirsiya xwe ya êrîşê ragihandiye û daye xuyakirin ku ji aliyê komeke girêdayî wan ve ew êrîşa dronê hatiye encamdan.