Çînê li dijî nêzîkbûna Taywan-Amerîkayê li dora giravê tetbîqat kir!

26 December 2022 11:00 0 dîtin
Çînê li dijî nêzîkbûna Taywan-Amerîkayê li dora giravê tetbîqat kir!

PeyamaKurd Ji ber nêzîkbûna Taywan û Amerîkayê rêveberiya Çînê li derdora giravê ket tevgerê. Rêvebiriya Pekînê ragihand, ew li derûdora giravê li dijî "nêzîkbûna nepenî ya zêde" ya di navbera Taywan û Amerîkayê de ku bi wê re nakokiya serweriyê heye, tetbîqatên leşkerî pêk tînin.

Di daxuyaniya Fermandariya Eniya Rojava ya Artêşa Rizgariya Gel a Çînê de, derbarê tetbîqata li derdora giravê tê kirin de, hat destnîşankirin ku "Li derdora Taywanê dewriyeyên hawarçûnê yên hevpar û tetbîqata agirkujê ya êrîşê tên kirin."

Di daxuyanîya ji aliyê Çînê ve hat dayîn de hat îfadekirin, tetbîqata mijara gotinê "bersiva lihevhatina veşartî ya di navbera Amerîka û girava Taywanê de ye."

Tetbîqata li dora giravê hat lidarxistin, piştî Qanûna Destûrnameya Parastina Neteweyî ya Dewletên Yekbûyî ya 2023-an bi îmzekirina Serok Joe Biden di 23-ê Kanûnê de ket meriyetê hat.

Yasaya lêçûnên berevaniyê ji bo sala darayî ya 2023 rewa dike, bendên li ser metirsiyên piralî yên Çînê û herwiha rêziknameyek ku pêşbîn dike heya 10 milyar dolar alîkariya leşkerî di nav 5 salan de peyda bike ji bo piştgirîkirina Taywanê ya bihêzkirina berevaniya xwe.