Amerîkayê di ragesiya Taywanê de gaveke leskerî li dijî Çînê avêt
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Amerîkayê, di rageşiya navbera Çîn û Taywanê de ku egera şerekî heye, gavek avêt û firotina sîstema danîna mayînên tanksavar pesend kir.
Wezareta Derve ya Amerîkayê daye xuyakirin ku bi nirxê 180 milyon dolaran firotina sîstema bi navê Volcano ya danîna mayînên tanksavan hatiye pesendkirin.
Hatiye diyarkirin ku wê bi vê biryarê re, piştevaniya modernîzekirina hêzên Taywanê û qabîliyeta wan a şer bê kirin ku sîstema Volcano jî yek ji wan pêngavan e.
Tê çaverêkirin Çîn bertekê nîşanî vê biryara Amerîkayê bide ku Taywanê wekî parçeyekî xwe dibîne û eger heye hewldanên bo dagirkirina Taywanê jî bidomîne.
Li gorî wezareta berevaniya Taywanê di navbera 25926ê Kanûnê de, li peravên Taywanê 7 keştiyên şer û 71 wesayîtên şer hatine dîtin ku Çînê kendava Taywanê jî dabezandiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin