Peyama Çînê ya Rûsyayê: "Em li dijî hegemonyaya Amerîkayê ne"
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yi di peyama xwe ya hevkariya bi Rûsyayê re ya li dijî Amerîkayê re got.
Wî dîyar kir ku welatê wî dê peywendî û hevgirtina xwe bi Rûsya re li hember sîyaseta ragirtin û rûbirûbûnê ya Amerîka li ser bingeha mantiqa şerê sar di siyaseta derve de bidomîne.
"Rûsya û Çîn şerê nû yê sar red dikin"
Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yi di sempozyuma ku ji aliyê Enstîtuya Têkiliyên Navneteweyî ya Çînê ve li Pekînê hat lidarxistin de li ser înternetê axivî û ev daxuyanî da:
"Welatek (Amerîka) bi vegotina derewîn a 'otorîterîzm li hemberî demokrasiyê' hewl dide mantiqa şerê sar ji nû ve zindî bike. Çîn û Rûsya bi hevgirtina bi welatên din re li dijî hegemonyayê derdikevin û şerê nû yê sar red dikin."
Wezîr Wang di axaftinên xwe de diyar kir, têkiliyên Çînê yên bi Rûsyayê re "wek kevirekî saxlem in" û wê ji destwerdanên derve û guhertinên li hawîrdora navneteweyî bandorê nebin û destnîşan kir, Pekîn wê "baweriya dualî" bi Moskowê re kûr bike û "hêz bike." Koordînasyona hevkariya stratejîk a berfireh a Çîn û Rûsyayê."
"Amerîka agirê li Ukraynayê gur dike"
Herwiha di daxuyaniya xwe de wezîr Wang diyar kir, Çîn di krîza Ukraynayê de bi berdewamî helwesteke objektîf û bêalî girtiye û mêldarê alîgirê her du aliyan nake.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin