Almanya 2 sîstemên Patrîot ên li Polonyayê li dijî Rûsyayê çalak dike
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Almanyayê li ser gefên Rûsyayê li Polonyayê du sîstemên parastina asmanî yên Patrîot li sînoran bicih kir û roja duşema bê jî têne xebitandin.
Wezîrê Bergiriya Almanya Boris Pistorius ragihand ku herdu sîstemên moşekî yên parastina asmanî yên Patrîot ku li balafirgeha Jasionka ya alîkariyên mirovî û leşkerî digihîne Ukraynayê roja duşemê têne çalak kirin.
Pistorius, di serdana xwe ya Polonyayê de got ku heta niha Amerîkayê parastina balafirgehê dikir û ji niha şûnde jî dê yekîneya Patrîotan a Alman vê erkê bicih werîne heta 6 mehan.
Herwiha Pistorius ragihand ku dê Almanya di mehên havînê de jî jetên Eurofighter ji bo alîkariya polîsê asmanî yên Polonyayê bişîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin