Wezîra Karên Derve ya Almanyayê: Kobanê sembola têkosîna li dijî DAISê ye
PeyamaKurd – Wezîra Derve ya Almanyayê, Annelana Baerbockê li ser hesabê xwe yê Xê derbarê Rojavayê Kurdistanê de nivîsî û hişyarî da Tirkiyê.
Baerbockê diyar kir ku kurdan li dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) têkoşîneke wêrek kiriye û got ku Kobanê jî sembola wê yekê ye.
“Rijandina xwîna bêhtir ew tiştê dawî ye ku dikare piştî şerê 14 salan rû bide.
Berpirsîya Tirkiyeyê heye ku berevaniya yekîtiya axa Sûriyê û hêvîya aştiyê bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin