Wezîra Karên Derve ya Almanyayê di demeke nêz de serdana Ukraynayê dike

06 May 2022 14:35 0 dîtin
Wezîra Karên Derve ya Almanyayê di demeke nêz de serdana Ukraynayê dike

PeyamaKurd – Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz di civîneke çapemeniyê de axivî û diyar kir, Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock wê di demeke nêz de serdana Ukraynayê bike.

Olaf Scholz da zanîn: “Roja pêncşema borî, Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky û Serokê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier gotûbêjeke baş li ser nakokiyan encam dan.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, di meha Nîsanê de Serokê Almanyayê bi niyaz bû serdana Kîevê bike, lê belê Ukrayna red kir ku pêşwaziyê lê bike, ev jî ji ber wê yekê bû ku beriya niha Steinmeier piştevaniya gotûbêjkirina ligel Rûsyayê kiribû.