Wezîra Karên Derve ya Almanyayê: Serê Rûsyayê li ser derewan hatiye avakirin
PeyamaKurd – Wezîra Karên Derve ya Almanyayê piştî civîna awarte ya Civata Giştî ya Netewên Yekgirtî ya derbarê Ukraynayê de got, Şerê Rûsyayê, şerekî êrîşkariyê ye û li ser derewan hatiye avakirin.
Wezîra Almanî Annalena Baerbock di civînê de eşkere kir: “Şerê Rûsyayê, şerekî êrîşkariyê ye û li ser derewan hatiye avakirin. Mosko malên Ukrayniyan bombebaran dike û tankên wê jî mirin û wêraniyê tînin.”
Baerbock gotinên xwe arasteyî hevtayê xwe yê Rûs Sergey Lavrov kir û da zanîn: “Birêz Lavrov, hûn dikarin xwe bixapînin, lê hûn me naxapînin. Hûn nikarin gelê me û gelê xwe jî bixapînin.”
Herwiha di berdewamiyê de destnîşan kir: “Niha em bi bijardeyekê re rû bi rû ne. Hemû cîhan li Netewên Yekgirtî dinêre û cîhana me wê bîne bîra xwe ku em li kîjan alî rawestiyan.”
Wezîra Almanî li ser koçberan got: “Divê her hemû koçberek bêne parastin, bêyî cudahiya derbarê netewe, regez û rengê çermê wan.”
Baerbock diyar kir: “Berpirsyariya parastina nirx û prensîbên wek aştî û dadperweriyê li ser milê Netewên Yekgirtî ye. Niha dem guncaw e ji bo em helwesta xwe ragihînin û em berpirsyar bin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin