Wezîra Karên Derve ya Almanyayê: Rûsya vegeriyaye serdema serê sar

18 February 2022 12:59 0 dîtin
Wezîra Karên Derve ya Almanyayê: Rûsya vegeriyaye serdema serê sar

PeyamaKurd Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock di derbarê tevgera Rûsyayê ya şer de axivî û da zanîn, Rûsya bi daxwazên xwe vegeriyaye serdema şerê sar û ewlehiya Ewropayê xistiye metirsiyê.

Annalena Baerbock îro Înê 18ê Sibata 2022yan eşkere kir; Rûsya vegeriyaye serdema şerê sar.

Li gor daxuyaniya Annalena Baerbock: “Rûsya bi belavkirina hêzeke mezin a serbazî, rûbirûyî bingehên sereke yên sîstema aştiyê ya Ewropayê bûye.”

Herwiha Baerbock eşkere kir: “Koma welatên heft, amade ne ji bo destpêkirina danûstandinên cidî ligel Rûsyayê ji bo çareserkirina qeyrana Ukraynayê.”