Wezîra Karên Derve ya Almanyayê: Me pereyê hemû gazê daye Rûsyayê, du qat, hinek caran sê qat

07 September 2022 10:35 0 dîtin
Wezîra Karên Derve ya Almanyayê: Me pereyê hemû gazê daye Rûsyayê, du qat, hinek caran sê qat

PeyamaKurd – Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock li ser kirîna gazê ji Rûsyayê bi nirxekî erzan axivî û got, şaşî bû û niha bûye gef li ser asayîşa niştimanî ya welatê wê.

Annalena Baerbock da zanîn: “Bi rastî me tu carî gaz ji Rûsyayê bi erzanî nekiriye, dibe ku di demeke diyarkirî de nirxê wê guncaw bûbe, lê belê sedema guncawbûna nirxê wê, xwegirêdana korana bû ku bû metirsî li ser asayîşa Almanyayê.”

Baerbock eşkere kir: “Me pereyê hemû gazê daye Rûsyayê, du qat, hinek caran sê qat jî li ser hesabê asayîşa niştimanî ya welatê me bû.”

Hêjayî gotinê ye, kompaniya Rûsî ya enerjiyê Gazprom beriya niha ragihandibû, hinardeya gazê ji bo Almanyayê bi rêya boriya Nord Stream, bi temamî rawestiyaye û sedema wê jî weke nûjenkirina beşeke projeyê nîşan da.