Fransa, Almanya, Îtalya û Polonyayê li ser mosekan li hev kirin

12 July 2024 10:22 0 dîtin
Fransa, Almanya, Îtalya û Polonyayê li ser mosekan li hev kirin

PeyamaKurd – Hat destnîşankirin ku Fransa, Almanya, Îtalya û Polonya li ser çêkirina moşekeke krûzê ya menzîla dirêj li hev kirine.

Wezîrê Parastinê yê Fransayê Sebastien Lecornu di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê Xê da diyar kir ku Fransa, Almanya, Îtalya û Polonyayê di Lûtkeya NATOyê ya ku li Washingtona paytextê Amerîkayê hat lidarxistin da nameya hevpar îmze kirin.

Lecornu di gotara xwe de got, "Şerê li Ukraynayê nîşan dide ku êrîşên dûravêj ji bo parastina Ewropayê mijareke sereke ye" û ragihand ku ev 4 welat wê di pêşxistina moşekên krûzê yên menzîl dirêj de hevkariyê bikin.

Lecornu destnîşan kir ku ev hevkarî wê "pîşesaziya parastinê ya Ewropayê çalak bike."