Polonyayê bertek nîsanî Fransa û Almanyayê da: ‘Bi sûcdaran re bazarî nayê kirin!’
PeyamanKurd - Serokwezîrê Polonyayê Mateusz Morawiecki, ji ber helwesta wan a bo Rûsyayê rexne li Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron kir.
Li gorî nûçeya AFPê Morawiecki bang li Macron û Scholz kir û got: “Bi tawanbaran re bazarî nayê kirin, têkoşîn tê dayîn. Kesî bi Hîtler, Stalîn û Pol Pot re hevdîtin nekiribû, kesî bi Hîtler re bazarî nekiribû.”
Morawiecki, Serokwezîrê Almanyayê jî rexne kir û da zanîn ku ew li hember Pûtîn nakevin nav liv û tevgerekê û diyar kir: “Bila milyarderên Almanyayê pêşî li tevgerîna we negirin, bila dengên jin û zarokên bêguneh we bikin nav liv û tevgerê.”
Alîkarê Serokwezîrê Polonyayê Jaroslaw Kaczynski jî di daxuyaniya rojek berê de Fransa bi têkiliyên nêzîk ên bi Rûsyayê re tawanbar kiribû û gotibû, Hikûmeta Almanyayê sûcên Rûsyayê ji nedîtî tê.
Ji aliyekî ve Wezîrê Darayî yê Almanyayê Robert Habeck daxuyanî da û got, ew ji bo qedexekirina gaz û petrola Rûsyayê gavan davêjin û dorpêçên nû yên li dijî Rûsyayê jî di rojeva wan de ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin