Pistî Rûsyayê Fransayê jî bertek nîsanî bikaranîna SÎHAyên Tirk da
PeyamaKurd – Fransayê li dijî bikaranîna balafirên bêpîlot ên biçek ên Tirkiyê li Ûkraynayê bertek nîşan da û nîgeraniya xwe anî ziman.
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian di civîneke rojnamevanî de bersiv da pirsa li ser bikaranîna balafirên bêpîlot ên 'Bayraktar TB2' ku li herêma Donbassê ji aliyê artêşa Ûkraynayê ve têne bikaranîn.
Le Drian got, "Çekên giran ên ku bi peymanên Minskê hatine qedexekirin hîn zêde têne bikaranîn. Bikaranîna balafira bi tîpa Bayraktar ku personelên artêşa Ûkraynayê ragihandine ku bi kar anîne, me dixe nava fikaran ku dijminatiya li rojhilatê Ûkraynayê zêde bibe. Ev yek li dijî tedbîrên xurtkirina agirbestê ye ku 27ê Tîrmeha 2020an ketiye meriyetê."
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî 27ê Cotmehê li Moskowê li ser bikaranîna SÎHAyên Tirk li Ûkraynayê di şerê dijî serhîldeyan de gotibû: "Niha em vê agahiyê lêkolîn dikin. Gelekî zehmet e ku bê fêhmkirin ku di daxuyaniyên dawî yên rêveberiya Kîevê de çi rast e, çi derew e."
Hêjayî bibîrxistinê ye, ji sala 2014an ve artêşa Ûkraynayê û herêma Donbassê ya alîgirê Rûsyayê di nava şer de ne û heta niha di vî şerî de zêdetirî 13 hezar kes hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin