Îspanya bertekê nîsanî Rûsya da ku 27 dîplomatên wan ji Rûsyayê derxistin
PeyamaKurd – Hukumeta koalîsyonê ya çepgir ya Îspanyayê bertekê nîşanî Rûsya da ku 27 dîplomatên wan ji welatê xwe derxist. Biryara Rûsyayê ya derxistina dîplomatan ji aliyê Îspanya de hat redkirin. Dema Rûsya vê biryarê da, biryara Rûsya li hemberê biryara Îspanyayê ye ku di meha nîsanê de dîplomatên Rûsyayê ji Madrîdê dersînor kiribû. Hukumeta Îspanyayê weha got:
“Hukumeta me her wext li gor peyamana Viyanayê ya ku tê de nîzama têkiliyên konsolosan û dîplomatîk hatine destnîşan kirin, ji wan destnîşankirinan re rêz girtiye. Em dixwazin Rûsya rêzê li profesyoneliya wan dîplomatan û qanûnên navdewletî bigre.”
Wê 27 dîplomatên Îspanyayê di nav 7 rojên ku ji aliyê Rûsya de hatiye destnîşankirin de terka Rûsyayê bikin lê wê serkonsolosê Moskovayê wezîfa xwe dewam bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin