Rûsya bertekê nîsanî dayîna F-16an ya dayîna Ûkraynayê dide

20 May 2023 22:27 0 dîtin
Rûsya bertekê nîsanî dayîna F-16an ya dayîna Ûkraynayê dide

PeyamaKurd – Dewletên endamên G7an biryara dayîna F-16an ya dayîna ji bo Ûkraynayê û perwerdekirina pîlotên Ûkraynayê dabû û serokê Amerîkayê Biden bi xwe jî tesdîq kiribû. Li ser mijarê ji wezareta karên derve ya Rûsyayê rêvebirekî ragihandiye ku bi vê kiryarê Amerîka û welatên Rojava xwe xistine nav talûkê.

Rûsya, hem bertekê nîşanî Amerîkayê da ku wê pîlotên F-16an yên Ûkraynayê li welatê xwe perwerde bike. Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Alexander Gruşko, got ku eger Rojavayî balafirên F-16an bidin Ûkraynayê wê rîskekî mezin bidin ser xwe. Gruşko got:

“Em dibînin ku welatên Rojavayî hêjî rewşê germ dikin. Ev yek ji bo wan rîske. Em ê vê yekê di plankirinên xwe de daîma bidin ber çav. Ji bo em bigihên armancên xwe her cûre alavên me hene.”