Putin bertekê nîsanî fikra seweqiyata F16an ji bo Ûkraynayê da

16 June 2023 23:19 0 dîtin
Putin bertekê nîsanî fikra seweqiyata F16an ji bo Ûkraynayê da

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bertekê nîşanê fikra sewqiyata balafirên F16an ku welatên Rojavayî dixwazin ji Ûkrayna re bişînin da û got:

“Li Ûkraynayê tankên Leopard dişewitin, wê F16 jî weka wan bişewitin û di vêya de qet guman tine.”

Putin ragihandina xwe di forma aboriyê ya navdewletî ya St. Petersburgê de ji bo kovara The National Interest da û tê de bersivên pirsên nivîskar Dmitriy Simes bersivand. Putin axaftina xwe ya li ser balafiran weha weha dewam kir:

“Piştî Ûkrayna ket êrîşê 186 tankan wenda kir. Artêşa Ûkraynayê li hinek deveran xwe gihandin xeta ewilî ya bergiriyê. Li hinek xetan biserneketin. Li ti deverê negihan armanca xwe. Wê di pêşde ti ekîpmanên wan nemînin û her tiştên wan ji derveyê welatê wan were. Bi vî awayî nikarin ji bo demekî dirêj şer bikin.”