Hamasê bertekê nîsanî Trump da û got: “Xezza (Gaze) ne ya firotanêye”
PeyamaKurd – Piştî serokê DYAyê Donald Trump gotibû ku wê Xezzayê bikire û li ser gotina Trump rêxistina Hamasê bertekê nîşanî gotinên wî da. Hamasê got ku Xezza (Gazze) perçeyekî ji axa Fîlîstînêye û ne mulkê firotanêye.
Li ser gotinên Trump, endamê polîtburoya siyasî yê Hamasê İzzet er-Rişk, roja Duşemê gotinên Trump şermezar kir û got:
“Wê xelkê me yê Fîlîstînê her cûre plana rakirina Fîlîstîniyan ya ji ser axa wan û sirgûnê red dike. Xezza (Gazze) ya Xezzayiya ye.”
Trump, roja Bazarê di daxwuyaniya xwe de gotibû:
“Min biryarê daye ku Xezzayê bikirim û bibim xwediyê wê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin