Hamasê bertek nîsanî Rêveberiya Filîstînê da: Xetên sor hatine derbaskirin

26 February 2025 20:04 0 dîtin
Hamasê bertek nîsanî Rêveberiya Filîstînê da: Xetên sor hatine derbaskirin

PeyamaKurd – Tevgera Hemasê ji girtinên ku rêveberiya Filîstînê dike re bertek nîşan da û ragihand, wisa tê dîtin ev piştgiriyeke siyasetên Netanyahu ye û bi êrîşên Îsraîlê yên li ser herêmê re hevdem pêk tên.

Hamasê rexne li vê rewşê girt û helwesta rêveberiya Filîstînê ya li dijî girtina ‘berxwedêrên Filîstînî’ wekî helwesteke êrîşkar û xeternak bi nav kir.

Herwiha Hemasê diyar kir, bi taybetî girtina Mehmûd Cebbarîn û êrîşa li ser wî, nîşana derbasbûna hemû xetên sor e û gefeke cidî ye li ser yekîtiya neteweyî ya Filîstînê û ev cure kiryar girêdana rêveberiya Filîstînê bi gel re qels dike.

Hemasê bang li hemû gelê Filîstînê jî kir ku li hember êrîşên Îsraîlê bi hev re tevbigerin û divê ref bên yekxistin.