Fas (Moroko), bertekê nîsanî biryara Dîwana Edaleta Ewrûpayê da
PeyamaKurd – Bi sedema Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê malên Sehra Rojava ku dewleta Fasê (Moroko-Mexrib) li ser navê xwe dişand Ewrûpayê, bi navê Fasê qebûl nekir, li hemberê biryara Dîwanê wezareta karên derve ya Fasê bertekê nîşan da û ji YE xwest ku rêzê li berpirsiyariyên xwe yên navdewletî bigre. Wezareta Fasê bi nivîskî weha got:
“Em Konseya Ewrûpayê, Komîsyona YEyê û welatên endamên YEyê, temamê dezgeyên YEyê dawet dikin ku rêz li berpirsiyariyên xwe yên navdewletî bigrin û tedbîran bistînin.”
Di biryara dadgeha ku navenda wê Luxemburge û dadgeha herî di asta bilind ya YE ye, ji ber doz hatibû kirin ku berhemên çandiniyê yên Sehra Rojava, dewleta Fasê navê xwe li serê datîne û wekî malê xwe difroşe, dadgehê biryarê da ku qawun û firingiyên li Sehra Rojava tên çandin, Fas nikare wan wekî malên xwe nîşan bide û biryar li zora Fasê diçe. Di biryarê de weha hatibû gotin:
“Qawun û firingiyên an bacanên sor yên li Sehra Rojava tên bidestxistin, ciyê çandiniya wan Fas nîne û divê li ser wan bê nivîsîn ku berhemên Sehra Rojava ne.”
Sahra, berê bi ser Îspanyayê ve bû piştî Îspanya dev ji Sehrayê berda, Fasê Sehrayê berî ser axa xwe da û rêxistina Sehrayê Polisario li hemberê Fasê û Morîtanyayê dest bi şerê çekdarî kir. Niha NY dixwaze wan li hev bîne. Lê Sehra Rojava bi temamî welatekî koloniye ku di navbera Fasê û Motrîtanya de bûye du perçe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin