Wezareta karên derve ya Tirkiyê bertekê nîsanî biryara Parlementoya Awrûpayê da

09 July 2021 00:07 0 dîtin
Wezareta karên derve ya Tirkiyê bertekê nîsanî biryara Parlementoya Awrûpayê da

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Tirkiyê bi nivîskî li dijî biryara îro ya di derbarê Tirkiyê de ku ji Parlementoya Awrûpayê derketibû, derket û weha got:

“Ew kesên ku behsa daraza serbixwe dikin, hewl didin ku di derbarê pêvajoya daraza welatên din de bi fermandayînê xwe li ser ferz bikin. Ev ne tenê heddê (sînor) xwe derbas dikin lê di heman wextê de durûtiye.

Yekîtiya Awrûpayê di nav xwe de wexta yek ji wan terorê şermezar neke, ev dibe sedema girtina partiyê. Li cem me hinek parlementer têkiliyên wan yên bi rêxistina terorê re hene û di derbarê heman partiyê de pêvajoya hûqûqî destpêkiriye.”