Wezareta karên derve ya Amerîkayê dixwaze F-16 an bifrose Tirkiyê

07 April 2022 01:09 0 dîtin
Wezareta karên derve ya Amerîkayê dixwaze F-16 an bifrose Tirkiyê

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Amerîkayê nameyekî şand Kongra Amerîkayê û di namê de got ku eger balafirên şer yên F-16 bifroşin Tirkiyê, ev firotan di berjewendiya Amerîka de ye û wê ji bo plana dûr û dirêj ya NATO yê xizmet bike. Wezaret di namê de weha got:

“Rêvebirî bawer dike ku bi Tirkiyê re ewlehiya netewî ya Amerîkayê, bi têkiliyên bergiriyê û bazirganiyê tê destekkirin. Ewlehiya netewî ya Amerîkayê bawere ku berjewendiya Amerîkayê ya darayî û bazirganî di Tirkiyê de heye.”

Ji bo Tirkiyê karibe balafiran ji Amerîkayê bikire, divê wezareta karên derve ya Amerîkayê pêşniyarê bike û Kongre ya Amerîkayê daxwazê qebûl bike.

Tirkiye di meha cotmehê de ji Amerîkayê xwestibû ku 80 balafirên Tirkiyê bên nûkirin û 40 balafirên nû yên F-16 ji Amerîkayê bikire.