Macaristan bangî balyozê Amerîkayê kir da here wezareta karên derve

12 March 2024 21:14 0 dîtin
Macaristan bangî balyozê Amerîkayê kir da here wezareta karên derve

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Macaristanê Peter Szijjarto, li ser gotina serokê Amerîkayê Joe Biden ku gotibû ‘serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban li pey dîktatoriyê ye’ bangî balyozê Amerîkayê yê Macaristanê David Pressman kir da here wezaretê.

Li ser gotina Biden, têkiliyên navbera Amerîka û Macaristanê nexweş bûn û wezîrê karên derve yê Macaristanê Peter Szijjarto ragihand ku ji bo gotinên Biden protesto bikin, bangî balyozê Amerîkayê yê li Macaristanê David Pressman kiriye.

Szijjarto ragihand ku gotinên Biden derewin, tije heqaretin û weha dewam kir:

“Ev terzê serokê Amerîka û rêvebiriya demokrat li ser têkiliyên me berekî girane.”