Polonya bangî balyozê Rûsya yê Varsovayê kir da here wezareta karên derve

22 July 2023 22:58 0 dîtin
Polonya bangî balyozê Rûsya yê Varsovayê kir da here wezareta karên derve

PeyamaKurd – Li ser gotinên serokê dewleta Rûsyayê Vladimir Putin ku li ser deverên rojavayê Polonyayê gotibû, weka bertek wezareta karên derve ya Polonyayê bang kir ku balyozê Varşovayê yê Rûsyayê here wezaretê. Putin ji bo wan herêman gotibû ku diyariya Stalîne ji bo Poloniyan û dostên wan yên Polonyayê vê yekê ji bîr kirine.

Li ser mijarê cîgirê wezîrê karên derve Pawel Jablonski ji bo ajansa Polonyayê PAPê weha got:

“Balyozê Rûsyayê Sergei Andreyev hat wezareta karên derve. Hevdîtin seet di 10.00an de destpêkir û kurt ajot.”

Li ser gotina Putin, serokwezîrê Polonyayê Mateusz Morawiecki ji Putin re gotibû ku Stalin ji kuştina bi sed hezaran Poloniyan berpirs bû û sûcdarê şer bû. Ev rastî nayê munaqeşe kirin.