Rûsya Îsveçê tehdîd kir û Îsveç bangî balyozê rûsyayê yê Stockholmê kir

28 February 2024 21:41 0 dîtin
Rûsya Îsveçê tehdîd kir û Îsveç bangî balyozê rûsyayê yê Stockholmê kir
PeyamaKurd – Piştî Macaristanê endamtiya Îsveçê ya NATOyê qebûl kir êdî li ber Îsveçê ji bo bibe amdamê NATOyê ti astengî nema. Li ser endamtiya Îsveçê ya NATOyê, balyozê Rûsyayê yê Stockholmê daxwuyanî da û got:

“Endamtiya Îsveçê ya blokekî ku dijminahiya Rûsyayê dike, wê îstîqrara Derya Batikê û Awrûpa Bakûr bixe talûkê û bi neyînî dê encam bide. Bi eksa gotinên hevkarên NATOyê, wê Derya Baltikê ti carê nebe derya NATOyê.

Wê Moskova, ji bo ber li tehdîdên netewî bigre, wê tedbîrên leşkerî-teknîkî bigre. Wê tedbîrên me li gor hecma yekîneyên NATOyê yên ku bişînin Îsveçê û li gor hecma entegrasyonê bin.”

Endamtiya Îsveçê ya NATOyê, ji bo fermiyeta wê qebûl bibe, çend hefte dewam bike. Eger endamtiya NATOyê ya Îsveçê qebûl bibe, wê piraniya axa Rûsyayê bi hêzên NATOyê dorpêç bibe.

Li ser vê dijberiyê wezareta karên derve ya Îsveçê bangî balyozê Rûsyayê yê Stockholmê kir da here wezareta karên derve. Wezîrê karên derve yê Îsveçê Tobias Billström, ji balyozê Rûsyayê Viktor Tatarintsev re got ku tenê Îsveç dikare siyaseta ewlehiya welatê xwe destnîşan bike, ne kesên din.
Piştî du sal berê şerê Rûsya-Ûkrayna destpêkir, ewlehiya Îsveç û Fînlandiyayê ket bin talûka Rûsya û ji bo ewlehiya xwe, xwestin bibin endamê NATOyê. Rûsya gelek caran wan tehdîd dikir.