Li Îsveçê di êrîsa ser dibistanê de 10 kes miribûn lê polîs hêj nûh daxwuyanî da

11 February 2025 00:18 0 dîtin
Li Îsveçê di êrîsa ser dibistanê de 10 kes miribûn lê polîs hêj nûh daxwuyanî da

PeyamaKurd – Li welatê Îsveçê, li bajarê Örebroyê kesekî bi navê Rickard Andersson (35) êrîşê ser dibistanê kiribû, di encamê de 10 kes miribûn ku 2 ji wan Îsveçî û 8 ji wan koçberin.

Hat ragihandin ku pirsgirêkên derûnî yên kujer Rickard Andersson hebûne, dema kontrola mala wî kirine ti belgeyekî siyasî an têkiliyên rêxistinî nedîtine û materyalên dîjîtal jî di mala wî de nedîne.

Polîsê bajarê Örebroyê di daxwuyaniya xwe de gotiye ku ji 10 kesan 7 ji wan jinin, 3 kes zilamin û kesê êrîş biriye ser dibistanê xwe kuştiye.