Li Îsveçê di êrîsa çekdarî ya ser dibistanê de 10 kes mirin
PeyamaKurd – Polîsê Îsveçê ragihand ku li bajarê Örebroyê kesekî bi çekê êrîşê ser dibistana bi navê Risbergska kir û di encamê de 10 kes hatin kuştin.Piştî bûyerê polîsê Îsveçê civîan çapemeniyê li dar xist û di civînê de ragihandina xwe kir.
Polîs ragihand ku difikirin ku êrîşker di nav birîndaran de be û sedema êrîşê niha nizanin.
Serokwezxîrê Îsveçê piştî bûyerê daxwuyanî da û gor ku ji bo Îsveçê rojekî bi êşe û weh adewam kir:
“Dilê min li cem kesên ku ji bûyerê bi awayekî bandor li wan bûye û bi mirovên wan re ye. Mirov ji jiyana xwe bitirse û di polekî de bibe zîndanî, kabûsekiye ku divê ti kes nejî. Operasyon dewam dike û bila raya giştî agahiyên ku polîs bide bişopîne.”
Wezîrê dadê yê Îsveçê Gunnar Strommer jî got ku hukumet bi polîs re di nav têkiliyan de ye û pêşdeçûnan dişopîne.
Di dema êrîşê de xwendevanên polekî xwe xistin binê kursiyan û zengila hawarê lê xist. Xwendevan dîmenan belav kirin û gotin:
“Em tiştekî nizanin. Seetekiye em li vê derê rûniştine. Örebro"

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin