Li bajarê Adanayê di êrîsa çekdarî de 3 kes mirin
PeyamaKurd – Li bajarê Adana li navça Seyhanê li kargeha kesekî ku karê alavên medîkalê dike, di êrîşa ser cîh de 3 kes jiyana xwe ji dest dan.
Piştî êrîşê, kesên gumanbar reviyan lê polîs yekî ji wan girt. Her sê kesên piştî êrîşê reviyan, polîs li pey wane da wan desteser bike.
Bûyer, li taxa Yenibarajê li ser kolana Hacı Ömer Sabancı rûda û grûba ku çû ciyê kargehê, bi çekan li kesên kargehê xist.
Dema polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê dîtin ku 3 kes di êrîşê de hatine kuştin.
Sedema êrîşa ser kargehê nehat zanîn lê dibe ji ber îhala alavên medîkalî an jî li ser deynan be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin