Li Duhokê êrîsa çekdarî: 2 kes mirin
Peyama Kurd - Hate ragihandin ku li Herêma Kurdistanê, li bajarê Duhokê pevçûneke çekdarî pêk hatiye û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Pevçûna ku li Li nêzîkî Parka Dilşad Muhammed Seîd a Duhokê pêk hatiye de, termê 2 kesên ku hatine jiyana xwe ji dest dane rakirine Morga Tiba Edlî.
Jêderên ji Duhokê ragihandin ku 2 kesên hatine kuştin Hîkmet Hadî û Mehdî Tecîr in û angaşt e ku her dû kesên jiyana xwe ji dest dane bixwe hev gulebaran kirine.
Hate ragihandin ku 2 kesên jiyana xwe ji dest dane xizmên hev in û di navbera wan de ji ber sedemek dijminahî çêbûye.
Polîsê Duhokê di derbarê bûyerê de lêpirsîn dabû destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin