Li Nîjeryayê di êrîsa çekdarî de 5 sîvîl mirin

30 January 2025 23:43 0 dîtin
Li Nîjeryayê di êrîsa çekdarî de 5 sîvîl mirin

PeyamaKurd – Li welatê Nîjeryayê li eyaleta Ondoyê kesên çekdar yên bi motorsîkletan li devera Akurayê êrîş birin ser xelkê û di encamê de 5 kesan kuştin û gelek kesan birîndar kirin.

Berpirsê têkiliyên bi gel re yê polîsên Ondoyê Funmilayo Odunlami ragihand ku hêzên asayîşê sewqê deverê kirine.

Li Nîjeryayê çeteyên bi motorsîkletan, Boko Haram û rêxistinên wekî DEAŞê (ISWAP) gelek caran êrîşan dibin ser xelkê.