Di êrîsa rêxistina CODECO de 55 sîvîl mirin

11 February 2025 23:58 0 dîtin
Di êrîsa rêxistina CODECO de 55 sîvîl mirin

PeyamaKurd – Li Komara Demokratîk ya Kongoyê li eyaleta Ituriyê rêxistina serhildêr ya bi navê CODECO êrîşê bir ser çend gundan û di encamê de 55 kes hatin kuştin. Ji ber êrîşên rêxsitinê, di herêmê de ewlehiya xelkê ketiye nav xeterê.

Li gor çapemeniya Kongoyê; rêxistina bi navê Hevkariya Geşepêdana Kongoyê (CODECO) bi çekdarên xwe êrîşê bir ser gundên herêma Djugoyê. Di êrîşê de çekên giran bikaranîn. Gelek xaniyan jî şewitandin.

Rêxistina CODECOyê ji sala 2019an heya niha li eyaletê ketiye nav tevgerê. Ji ber herêm li ser sînorê Rûanda, Ûganda û Bûrûndiyê ye û ji aliyê madenên zêr û kobalt de dewlemende, rêxistin xelkê ji bo fîdyê direvîne, yaxma û talanan dike.