Li welatê Komara Kongo ya Demokratîk, di êrîsa muxalifan de 10 sîvîl mirin
PeyamaKurd - Li welatê Komara Kongo ya Demokratîk, li eyaleta Kivu, di êrîşa muxalifan de 10 sîvîl mirin. Piştî êrîşê serhildêr çend kesan rehîn girtin û ji herêmê reviyan.
Li gor çapemeniya Kongoyê; endamên Hêzên Hevkariya Demokratîk (ADF) li Kivu ya Bakûr li gundên Kazaroho û Moliso êrîş birin ser gundiyan.
Di êrîşê de gelek mal hatin yaxmakirin, 3 ji wan jin 10 sîvîl jiyana xwe ji dest dan.
Li Kongoyê revandina kesan gelek caran ji bo ku ji malbatên wan fidye bistînin têkirin. ADF di dawiya sala 1990an de tevgerên xwe li Kongo û Ûgandayê dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin