Li Komara Kongoya Demokratîk 52 sîvîl hatin kustin
PeyamaKurd – Li Komara Demokratîk ya Kongoyê serhildêr di êrîşan de 52 sîvîlan kuştin. Kuştin li rojhilatê welat li eyaleta Itûriyê çêbûn.
Li gor çapemeniyê; Hêzên Hevkariya Demokratîk (ADF) li eyaleta navborî li deverên Apende, Otomabere û Ndimo êrîş birin ser sîvîlan. Li Apende 15, li Otomabere 19 û li Ndimo 18 kes hatin kuştin. Piştî êrîşan dewletê dest bi operasyonên berfireh kir.
Di 15 ê adarê de ji serpereştên ADF ê Kabanda Abdallah Mûsa ji aliyê hêzên ewlehiya dewletê ve hatibû girtin.
Şerê navbera dewletê û ADF ê ji sala 2014 an heya niha dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin