Li welatê Maliyê ji bo konwoya sîvîl kemîn danîn: 50 kes hatin kustin
PeyamaKurd – Li rojhilatê-bakûrê welatê Maliyê konwoya sîvîl ya ku leşkera wê diparastin, ji aliyê kesên nasnama wan nediyar de ketin kemînê. Di kemînê de 50 kes jiyana xwe ji dest dan.
Li gor çapemeniya Maliyê; konwoya ku di gundê Kobe ya herêma Gao de derbas dibû, kesên nasnama wan nediyar avêtin pêşiya konwoyê.
Li herêma ‘Sahel’ê ku dikeve ser sînorê 3 welatan an ku Burkina Fason, Malî û Nîjerê, di salên dawiyê de bi taybetî ji sala 2013an heya niha dikeve ber êrîşa rêxistinên terorî yên wekî El-Kaîde û DEAŞê.
Nehat ragihandin ku di konwoyê de, kesên ku sîvîl bûn kîne û bi ku de diçûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin