Macron û Serokê Komara Demokratîk a Kongoyê, bi hev ketin!

06 March 2023 15:00 0 dîtin
Macron û Serokê Komara Demokratîk a Kongoyê, bi hev ketin!

PeyamaKurd- Serokê Komara Demokratîk a Kongoyê Tshisekedi, di daxuyaniya hevpar aligel Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron de hêrs bû diyar kir ku divê helwesta Fransa û Rojava ya li hemberî Afrîkayê biguhere.

Serokê Komara Demokratîk a Kongoyê (KDC) Felix Tshisekedi, dema bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xist de di navbera herdu rêberan de kêliyên tengezar derketin pêş.

Tshisekedi got ku divê Fransa û Rojava dev ji helwesta împeretor a li hember Afrîkayê berdin.

Felix Tshisekedi, di dewamiya gotinên xwe de tengezar bû û got,

“Divê li Afrîkayê nêzîkatiya baviksalarî neyê girtin. Hurmetê bidin me. Me wekî hevkarên rastîn bibînin. Bi rengekî din li me binihêrin. Ji ber ku em her dem dizanin ku çi ji me re lazim e. Ew ne wisa ye. Françafrique êdî nemaye.”