Polîsê Duhokê li ser êrîsa çekdarî daxwuyanî da
PeyamaKurd – Li bajarê Duhokê kesekî bi çeka destê xwe li der û dora xwe zist û di encamê de 5 kesan birîndar kir ku 2 kes ji wan polîsin. Bûyer piştî nîvro li nezê Pira Şoreşê çêbû.
Li gor ragihandina Rûdawê; di destê mirovekî de çeka nîv-otomatîk pê li der û dora xwe xistiye. Di encamê de 2 polîs, zarokekî 11 salî û 2 hemwelatiyên din birîndar kiriye. Kesên birîndar bûne; Şivan Celal (36) û Serkewt Hacı (39) her 2 polîsin. Yusuf Sıdık (20) û Muhammed Rezwan (11) û kesekî ku nasnama wî diyar nebûye.
Birîndaran birine nexweşxanê û tenê birîna yekî ji wan xeddar e. Malbata êrîşker ragihandiye ku derûniya êrîşker baş nîne lê polîs dibêje ku dibe nexweşîna wî ya derûnî hebe, rapora doktor bistîne lê nabe asteng ku ceza nestîne.
Berdevkê polîs ragihandiye ku êrîşker ji xelkê Duhokêye, wî sewqî dozger kirine û nizanin çekê ji ku derê sitendiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin