Li dijî binkeya polîsê Kerkûkê êrîsa çekdarî: 5 kustî…

05 September 2021 12:33 0 dîtin
Li dijî binkeya polîsê Kerkûkê êrîsa çekdarî: 5 kustî…

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li sînorê parêzgeha Kerkûkê êrîşeke çekdarî li hember binkeyeke polîsê federal ê Iraqê pêk hat.

Medya Iraqê ragihandiye ku şeva borî 4ê Îlonê hejmarek çekdarên ku nehatiye zanîn bi ser kîjan komê ve ne êrîşî ser binkeyeke polîsê federal a li bajarokê Reşad a Kerkûkê kirine.

Li gorî zanyariyên medyayê 5 polîsên hêzên polîsê federal hatine kuştin ku hîn bi fermî daxuyaniyek nehatiye dayîn.