PDK: Êrîsa li dijî cotkarên Kurd ên Kerkûkê, êrîsa li dijî astiya civakî ye

18 February 2025 15:21 0 dîtin
PDK: Êrîsa li dijî cotkarên Kurd ên Kerkûkê, êrîsa li dijî astiya civakî ye

PeyamaKurd – Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) derbarê êrîşa artêşa Iraqê a li dijî cotkarên Kurd ên li bajarokê Sergeranê yê Kerkûkê daxuyaniyek da.

PDKyê êrîşa li dijî cotkarên Kurd, wekî “bêhincet” û “li dijî aştiya civakî” pênase kir û diyar kir ku “Ev yek binpêkirina aşkera ya qanûnên Iraqê ye û mafên mirovan binpê dike.”

PDKyê bal kêşa ser helwêsta Serok Barzanî ya ji bo parastina mafên Kurdan û dupat kir ku Serok Barzanî soz daye ku li dijî her cure binpêkirina mafên Kurdan, dê bi vîn û helwêstekê xurt bersiv bide.

PDKyê daxwaz ji hikûmeta Federal a Iraqê û fermandarên leşkerî kir ku bilez tevbigerin ji bo rawestandina van binpêkirinan û lêkolîneke berfireh li ser kesên berpirs bê kirin.

Her weha ji bo parastina mafên Kurdan, bang li berpirsên navneteweyî jî kir ku piştgiriya Kurdan bikin. 

Di dawiyê de hat gotin ku ew bi berxwedana cotkarên Kerkûkî serbilind e û soz hat dayîn ku ji bo ew bî azadî li ser axa xwe bijîn, dê têkoşîna parastina mafên wan bi xurtî bê kirin.