Êrîsa li ser cotkarên Kurd: Sanda hevbes a Bexdayê serdana Kerkûkê dike

18 February 2025 11:58 0 dîtin
 Êrîsa li ser cotkarên Kurd: Sanda hevbes a Bexdayê serdana Kerkûkê dike

PeyamaKurd – Şandeke hevbeş a ku bi fermana Serokwezîrê Iraqê hatiye avakirin, ji bo lêkolînkirina êrişa arteşa Iraqê li ser cotkarên Kurd ên ku dixwestin zeviyên xwe yên li herêma Sergeran a Kerkûkê biçînin, diçe herêmê.

Biryar e şandeke hevbeş a hikûmet û parlamentoya Iraqê bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Dadê yê Iraqê ji bo lêkolînkirina êrişa artêşa Iraqê li ser cotkarên Kurd ên ku dixwestin zeviyên xwe biçînin, serdana Kerkûkê bike.

Derbarê mijarê de Parlamentera Kerkûkê ya Parlamentoya Iraqê Dîlan Xafûr ji çapemeniyê re axivî û got, "Îro şandeke hikûmeta Iraqê bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Dadê yê Iraqê ji bo lêkolînkirina êriş û çewisandina cotkarên Kurd ji aliyê artêşa Iraqê ve wê serdana Kerkûkê bike."

Wî herwiha got, "Şand li ser fermana rasterast a Serokwezîrê Iraqê hatiye avakirin. Nûnerên Kerkûkê yên li Parlamentoya Iraqê wê ligel şandê bin û belge û kaxezên têkildarî êrîşa roja Duşemê ya hin leşkerên artêşa Iraqê li dijî cotkarên Kurd kom bikin."

Parlamenterê Parlamentoya Iraqê yê Kerkûkê diyar kir ku yasaya vegerandina milkan bo xwediyên wan ji aliyê Serokomar ve hatiye pesendkirin û erkdar e, lê heta niha di rojnameya fermî de nehatiye belavkirin.

Herî dawî got: "Em çaverê dikin ku yasa hefteya bê di Rojnameya Fermî ya Iraqê de were weşandin. Piştî weşandina wê, em ê fişarê li hikûmeta Iraqê bikin ku rêziknameyên cîbicîkirina yasayê derxîne û bi rêyên yasayî van pirsgirêkan çareser bike."