Kerkûk | Partiya Tirkmen êrîsa ser cotkarên Kurd sermezar kir

18 February 2025 17:08 0 dîtin
Kerkûk | Partiya Tirkmen êrîsa ser cotkarên Kurd sermezar kir

PeyamaKurd - Partiya Gel a Tirkmenan êrîşa li Kerkûkê ya ser cotkarên Kurd bi tundî şermezar kir û ragihand, ew her cure zextên ser xelkê sivîl red dikin.

Partiya Gel a Tirkmenan derbarê êrîşa doh a leşkerên artêşa Iraqê li ser cotkarên Kurd daxuyaniyek belav kir û êrîş bi tundî şermezar kir. Partiyê bi bîr xist, di serdema rejîma berê de, erdên cotkarên li herêmê bi zorê ji wan hatine standin û ew erd li kesên ku ji deverên din hatibûn anîn hatine belavkirin.

Hate diyarkirin ku Parlamentoya Iraqê dengê xwe daye ku biryarên rejîma Beasê yên Konseya Şoreşê ya Fermandariyê werin betalkirin û loma jî cotkaran xwestiye vegerin herêmên xwe.

Partiyê bang li rayedarên iraqî kir ku lêpirsîneke zelal û dadmend li ser bûyerên dawî bên kirin û lêpirsîn li ser kesên tundî li hember cotkaran kirine bikin û tedbîrên pêwîst werin wergirtin da ku bûyerên bi vî rengî careke din rû nedin.