Serokê Partiya Gelê Tirkmen: Kerkûk bûye serbazgeh

03 June 2022 19:28 0 dîtin
Serokê Partiya Gelê Tirkmen: Kerkûk bûye serbazgeh

PeyamaKurd-Serokê Partiya Gelê Tirkmen Îrfan Kerkûkî, bi rêya civîneke çapemeniyê, li dijî biryara Dadgeha Kerkûkê derket. Îrfan Kerkûkî got, “Li Kerkûkê hikumê leşkerî heye û Kerkûk bûye serbazgeheke mezin.”

Dadgeha Kerkûkê, di derbarê Îrfan Kerkûkî û kel û pelên ofîsa wî ku di bûyera 16ê Cotmeha 2017an de li wê derê bûne, biryar da. Li gorî biryarê, dê kel û pelên ofîsê dewrî xezîneyê bên kirin û Serokê Partiya Gelê Tirkmen jî dê bi 15 sal zindanîkirinê were sizadan.

Îrfan Kerkûkî, bi vê mijarê ve girêdayî; bertek nîşanî Dadgeha Kerkûkê da û amaje kir ku armanca dadgehê ew e ku ew, wî bibin ber destên xwe. Kerkûkî bi berdewamî got, “Rewşa Kerkûkê xirab e, Heşda Şeibî bajar kiriye serbazgeheke mezin û li bajêr hikumê medenî tuneye, hikumê leşkerî heye.”