Serokê partiya tirkmenî li ser erebkirina Kerkûkê bang li Kazimî kir

22 January 2021 17:30 0 dîtin
Serokê partiya tirkmenî li ser erebkirina Kerkûkê bang li Kazimî kir

PeyamaKurd - Serokê Partiya Gelê Tirkmen Îrfan Kerkûkî, li hember siyaseta erebkirina Kerkûkê bertek nîşan da û bang li Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir ku rewşa Kerkûkê asayî bike.

Serokê Partiya Gelê Tirkmen Îrfan Kerkûkî ji Şefeq Newsê re daye xuyakirin: “Vegera baweriyê, ji bo xelkê Kerkûkê bingeha sereke ya serkeftina hilbijartinên pêşwext e.”

Îrfan Kerkûkî dibêje: “Pêwîstiya Kerkûkê bi asayîkirina rewşê heye di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, weke li Şingalê pêk hat, berevajî vê jî tenê aliyek her tiştî ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne, bi taybetî piştî encamdana wan helmetên erebkirinê ku li pey referandûmê û bûyerên 16ê Cotmehê hatin.”

Kerkûkî destnîşan kir ku ji bo amadekariyên hilbijartinan, divê Partiya Demokrat a Kurdistanê û Partiya Gelê Tirkmen baregehên xwe ji destê hêzên Iraqî û Heşda Şeibî vegerînin û got, “Heta xaniyê min jî ji aliyê çekdarên Esayîbê Ehlê Heq û tevgera Nuceba ve hatiye dagirkirin. Me ji Kazmî daxwaz kiriye ku li hember binpêkirinên li ber mafên welatiyên Kerkûkê têne kirin, destwerdanê bike.”