Dadgeriya sulh cezayê serokê Partiya Zaferê Ümit Özdag sand zîndanê
PeyamaKurd – Bi sedema xelkê tehrîk kiriye ku xelk kîn û dijminahiya hev bike, bi daxwaza zîndanîkirinê serokê Partiya Zaferê Ümit Özdağ sewqî dadgeha Sulh û Cezayê kirin û dadgeriyê biryara zîndanîkirina Ümit Özdağ da.
Ümit Özdağ di 19.01.2025an de di civîna serokên şaxên bajaran yên Zafer Partiyê de, ji ber li serokkomarê Tirkiyê haqaretê kiribû, xelkê teşwîqê kîn û dijminahiyê kiribû, serdozgeriya bajarê Îstenbolê di derbarê wî de lêpirsîn dabû destpêkirin.
Di çarçova lêpirsîna serdozgeriya Îstenbolê de, hêzên asayîşê li Anakara Ümit Özdağ xistibûn binçav û ew biribûn Îstenbolê. Li beşa terorê û sûcên rêxistinî îfadê Özdağ girtin û şandin dadgehê. Dadgehê biryara zîndanîkirina wî da.
Dadgehê sedemeka dinê ya ku xelkê teşwîqê kîn û dijminahiyê kiriye, 11 twitan kir delîl ku bi taybetî yên li ser koçberane.
Ji bo Özdağ destek bikin serokê CHPê Özgür Özel, serokê İYİ Partiyê Müsavat Dervişoğlu û gelek parlementer çûn ber edliyê dadestekê bidin Özdağ.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin