Dadgehê cezayê zîndanê û pere da serokê IMFê yê berê

21 December 2024 17:03 0 dîtin
Dadgehê cezayê zîndanê û pere da serokê IMFê yê berê

PeyamaKurd – Dadgehê bi sedema ruşwetê, sipîkirina perê reş û di karê bacê de kiryarên nerewa kiriye, 4 sal û 9 meh cezayê zîndanê da serokê berê yê IMFê Rodrigo Rato (76). Dadgehê her weha cezayê pera yê bi miqdarê 2 milyon Euro û bi miqdarê 568 hezar Euro jî cezayê tazmînatê da Rato.

Rodrigo Rato, siyasetmedarê Îspanyole û serokê berê yê IMFê bû. Cezayê ku danê, bi sedema sûcên bi veşartina serweta xwe ya ji darayiya Îspanyayê ye.

Rato, di navbera salên 2004-2007an de serokê IMFê bû, di salên 2010-2012an de rêvebirê di asta bilind de yê banka Bankiayê bû. Darizandina Rato 9 sal dewam kir.