Dadgehê 19 sal cezayê zîndanê da muxalifê Rûs Aleksey Navalni
PeyamaKurd – Siyasetmedarê muxalif yê Rûsya Aleksey Navalni ku niha di zîndanê de ye, bi sedema ku rêxistina tund ava kiriye, finansa wê dike û ketiye nav tevgerê,19 sal ceza danê. Lê Navalni sucên xwe qebûl nake.
Niha sûcên ku ji ber wan di zîndanê de ye, îhlala tehliya bi şert, sextekarî û bêrêziya li dijî dadgehê ne ji van sûcan 9 sala ceza danê. Navalni, ji sala 2021an heya niha di zîndanekî ji Moskovayê 240 km dûr li Melekhovo ye. Saloneka zîndanê kirin ciyê darazê, daraz ji bo raya giştî qedexeye.
Navalni di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihandibû ku Rûsya ji bo muxalifên xwe bitirsîne, difikire ku wê di terzê ‘Stalîn’ de ceza bidinê. Daraza wî dadgeha Moskovayê dike lê ji ber protestoyan di rêya video konferansê de îfadên wî digrin.
Navalni, herî dawiyê 2 hefte berê îfadê xwe da û di ragihandina raya giştî de rêvebirên Rûsyayê û şerê Rûsyayê rexne dike. Parastnama wî ji terefê aktorên Rûsya û muzîkvanan de hat belav kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin