Serokê Partiya Saadetê Recai Kutan koça dawî kir

07 October 2024 20:34 0 dîtin
Serokê Partiya Saadetê Recai Kutan koça dawî kir

PeyamaKurd – Serokê giştî yê Partiya Saadetê ya Tirkiyê di 94 saliya xwe de koça dawî kir. Cîgirê serokê giştî yê Partiya Saadête Mahmut Arıkan ragihand ku serokê Partiya Saadêtê Recai Kutan di 94 saliya xwe de bi sedema nexweşînên pîratiyê jiyana xwe ji dest daye. Arıkan ji bo ajansa ANKAyê got:

“Tevî 94 salî bû jî heya 20 roj berê dikaribû tevlî dezgeyên xwediyê baweriya Fikrên Netewî û xebatên partiyê bibe. Berya 15 rojan nexweş ket, dinya xwe temam kir û koçî axretê kir. Nezaketa wî ya di siyasetê de wê gelek peyaman bide hinek ciyan. Wê nezaket û xweşbîniya wî ya di siyaseta ku niha tije dijminahî û gengeşeye, rêberiya me bike. Taziya wî dê li navenda partiyê ya Îstenbolê be û 3 roj dewam bike.”

Recai Kutan îro seet di 11.00an de koça dawiyê kir. Limêja cenazê wî, dê sibê li Ankara Karşıyaka Mizgefta Ahmet Efendi dê bikin û defin bikin.