Temel Karamollaoglu, car din bû serokê Partiya Saadetê

31 October 2022 01:00 0 dîtin
Temel Karamollaoglu, car din bû serokê Partiya Saadetê

PeyamaKurd- Partiya Saadetê, Kongreya Asayî ya 8emîn li dar xist û hat ragihandin ku Temel Karamollaoglu yê ku Serokê Giştî yê Partiya Saadetê bû, car din wekî serok hatiye hilbijartin.

Partiya Saadetê, îro li paytexta Tirkiyeyê ya enqereyê kongreya xwe ya asayî li dar xist û bi tevlîbûna 1200 delegeyan kongre hat destpêkirin.

Li gorî hat ragihandin, di kongreyê de tenê Temel Karamallaoglu ji bo serokatiya partiyê bûye berbijêr û ji 1200 delegeyan, 1050 delege deng dane Karamollaoglu.

Hat diyarkirin ku Karamollaoglu bi bidestxistina hemû dengan, dîsa wekî Serokê Giştî yê Partiya Saadetê hatiye hilbijartin.

Her wiha hat eşkerekirin ku di kongreyê de 75 endamên Encûmena Giştî ya Rêveber a partiyê û 11 endamên Encûmena Bilind a Disîplînê ya partiyê jî hatine hilbijartin.