Partiya Seadetê (SP) namzetê xwe nîsan da: Temel Karamollaoglu!
PeyamaKurd- Partiya Seadetê (SP) ji bo Serokomariya Tirkiyê namzetê xwe Temel Karamollaoglu nîşan da.
Partiya Seadetê (SP) dixwest ku Serokomarê berê Abdullah Gul wekî namzet nîşan bide. Lêbelê Abdullah Gul gotibû ku her kesî li ser min li hev nekiriye û namzetbûn qebûl nekir.
Heta niha Seroka İyi Partiyê (İP) Meral Akşener û Serokê Partiya Vatanê (VP) Dogu Perînçek wekî namzetê Serokomariyê hatibûn eşkerekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin