Partiya CHPê bertekê nîsanî encama dosya Kobaniyê da
PeyamaKurd – Serokê giştî yê CHPê Özgür Özel, li ser biryara doza Kobaniyê di televizyona Sözcü de daxwuyanî da û got:
“Doz dozekî siyasiye. Her kî çi bêje bila bêje di vê dozê de hûqûq tineye. Ez tewrê xwe naguhêrim. Eger doz piştî qewimandina bûyerê 5 sal di şûn de vekin, îdîaname jî bi salan ji aliyê serokê partiyekî de hatibe nivîsandin û paşî doz vekiribin, ew dawe daweyekî siyasiye. Doz ji aliyê dijêjkirinê de, ji aliyê zeman de, ji aliyê hiştina piştî hilbijartinê de an ku ji her aliyê de di vateya siyasî de dikare bê bikaranîn.
Li gor cezayê dihat xwestin de, hinek cezayên kêm dane. Cezayê dane Selahattin Demirtaş û Figen Yüksekdağ ji aliyê sûcdarkirinê de nayê qebûlkirin… Di dozê de hûqûq tine û pêvajoya darazê ne hûqûqiye.”
Oğuz Kaan Salıcı yê CHPyî got ku biryar destekê nade aştiya civakî û gelek şaşe ku reqabet di dadgehan de bêkirin.
Gülizar Biçer Karaca jî li ser biryarê weha ragihand;
“Encamên îro zerarê dide bingeha demokrasiyê, dijberiyê kûr dike û ji bo mirov vêya nebîne, divê mirov bi çavê Erdoğan li mijarê binêre.”
Di dosya Kobaniyê de dadgehê îro 42 sal ceza da Selahattin Demirtaş, Figen Yüksekdağ 30 sal û 3 meh, Ahmet Türk û Emine Ayna her yekî deh sal ceza danê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin