Partiya Komarî ji bo serokatiya Amerîkayê bi fermî Donald Trump nîsan da
PeyamaKurd – Di 05.11.2024an de li Amerîkayê hilbijartina serokê Amerîkayê heye û Partiya Komarî bi fermî Donald Trump kir namzedê xwe yê serokê Amerîkayê.
Partiya Komarî di kongra newtewî ya li Milwaukee de destnîşankirina xwe ragihand. Trump berê ragihandibû ku namzedê cîgirê wî senatorê Ohio James David Vance e.
Partiya Komarî di kongrê de ragihand ku Trump ji bo bibe namzedê serokatiya Amerîkayê têra xwe dengan sitendiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin